• Sunday, 08 February 2026
logo

Balyozê Siûdî daxwaza serxwebûna Kurdistanê dike

Gulan Media August 20, 2020 Nûçe
Balyozê Siûdî daxwaza serxwebûna Kurdistanê dike
Dibêje mafê gelê Kurde û çarenivîsa xwe diyarî bike.

Balyozê Siûdiyeyê yê li Rûsye Raîd Bin Xalid Qirmilî di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re ragihand ku Siûdiye amadeye hevkariya gelê Kurd bike daku bibe xwedan dewleta xwe û çarenivîsa xwe diyar bike.

Xalid Bin Qirmilî herwiha anî ziman ku mafê gelê Kurde biryar li ser çarenivîsa xwe bide û lazime bibe xudan dewletê xwe.

Nav hatî herwiha daxwaz ji Sûriye, Îraq û Tirkiyeyê jî kir daku rêz ji xwestek û mafên gelê Kurdistanê bigirin.

Herwiha Xalid eşkere kiriye ku her çend hijmara herî zêde ya Kurdan li Tirkiyeyê ne lê rewşa Kurdan li Tirkiyeyê ji rewşa Kurdan li Îraq û Sûriyeyê gelek xirab û aloztire jiber ku desthilata Tirkiyeyê înkara hebûna Kurd dike û tevahiya mafên Kurdan binpê dike.

Nav hatî tekez li ser wê yekê kiriye ku rewşa Kurd ya li Tirkiyeyê jiber siyasetên Erdogan, bûye cîhê dilgiraniya Siûdiyeyê.
Top