• Saturday, 07 February 2026
logo

Di bombebarana Tirkiyê de welatyekî devera Berwarî şehîd bû

Gulan Media August 19, 2020 Nûçe
Di bombebarana Tirkiyê de welatyekî devera Berwarî şehîd bû
Ji encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê ve, welatiyek li devera Berwarî Bilind a başûrê Kurdistanê şehîd bû.

Rêvebirê Nahiya Kanî Masî li devera Berwarî ya ser bi qezaya Amêdiyê ve Serbest Sebrî ji K24ê re ragihand, ji ber bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê li ser gundên navçeyê, welatiyekî bi navê Xalid Ebdilrehman Şemsedîn li gundê Kanî Mezin şehîd bû.

Got jî: Dema firokeyên Tirkiyê ew gund bombebaran dikirin, Xalid Ebdilrehman Şemsedîn ji bo pez rizgar bike û agirê bi zevî û rezên gund ketiye vemirîne çûbû gund, lê ji aliyê firokeyan ve hat armanckirin û şehîd bû.

Li gor zanyariyan, ew welatiyê şehîd bûye, ji bilî ku karê şivanî û cotkarî dikir, mamoste bû û rêvebirê dibistana gundê xwe bû.

Bi bihaneya hebûna gerîlayên PKKê li navçeyê, firokeyên Tirkiyê îro çendîn caran ew dever bi giranî bombebaran kir.

Her îro jî, firokeyên Tirkiyê çendîn caran gundê Kavilka li qezaya Akrê bombebaran kir, lê ji ber ku pêştir ew gund vala bûbû, heta niha ziyanên wê bombebaranê nehatine zanîn.

K24
Top