Amanc Rehîm: Roleke girîng a Amerîka di nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê de heye
Îro li Washingtonê, civînên gera duyemîn a guftûgoyên stratejî yên di navbera Amerîka û Iraqê de bi beşdariya nûnerê Herêma Kurdistanê destpê kir.
Guftûgoyên stratejî ya Iraq û Amerîka di çarçoveya rêkeftina stratejî ya di navbera her du aliyan ya sala 2008an hatiye îmzekirin û sala 2009an ketibû warê bicihkirinê de, destpê kiriye.
Gera yekem a wan guftûgoyan li Bexda û Washingtonê bi riya vîdyokonferansê birêve çûbû, lê vê carê guftûgo li Washingtonê birêve diçin.
Ji Herêma Kurdistanê, ji bilî çûna şandekê bo Amerîka, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî beşdarî tevahiya civînên wê guftûgoya stratejî ya Iraq û Amerîka dibe.
Sekreterê Encûmena Wezîran û endamê şanda Herêma Kurdistanê bo Washingtonê Amanc Rehîm li perawîza birêveçûna guftûgoyên stratejî yên Iraq û Amerîka ji K24ê re ragihand, ji bilî civînên wan bi aliyê Amerîkî re, şanda Herêmê bi wezîrên darayî û petrol Iraqê jî dicive.
Diyar kir, rêkeftina çend rojên bûrî di navbera Herêma Kurdistanê û bexdayê de hatiye îmzekirin, pêngaveke cidî ye û Amerîka roleke wê ya cidî û girîng di nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê heye.
Herwiha got: Di warê enerjiya Herêma Kurdistanê de, me gelek zanyarî anîn Amerîka û ligel Wezareta Enerjiyê ya Amerîka me gelek proje pêşkêş kirin, ku dikare bi riya wan Amerîka bibe beşek ji rûbirûbûna qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê û rola wê ji bo firehkirina jêderên dahata Herêma Kurdistanê û pêşxistina karta enerjiyê bi taybet elektirîk û gazê hebe.
Diyar kir jî, Herêma Kurdistanê dikare bibe hokareke baş bo Bexdayê di warê peydakirina elektirîkê û heger Bexda sotemeniyê ji wan westgehên li Herêma Kurdistanê kar dikin û ji aliyê karta taybet ve tên birêvebirin re dabîn bike, Herêma Kurdistanê dikare elektirîkê ji Iraqê re jî dabîn bike.
Di beşeke din axaftina xwe de Amanc Rehîm behsa naveroka guftûgoya stratejî ya navbera Iraq û Amerîka de kir û got: Ew guftûgo tevahiya warên enerjî, petrol, aborî, siyasî, ewlehî û tevahiya kartên din ên jiyanê li xwe digire û girîng e beşdariyeke aktîv ya Herêma Kurdistanê di wan guftûgoyan de hebe û me hewl daye jî bi wê arasteyê ve biçin, ku di hemû teweran de navê Herêma Kurdistanê bê anîn û pêgeha Herêma Kurdistanê li ber çav were girtin.
K24
