Li Çiyayê Qereçûx 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Emîd Yehya Resûl, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî yên Iraqê şeva din (sêşem, 18ê Tebaxa 2020an) ragihand: “Yekîneyên Dije-Teror ên Iraqê bi piştgiriya firokeyên leşkerî yên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke leşkerî li Çiyayê Qereçûxê yê li Mexmûrê encam dan û 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî yên Iraqê di daxuyaniya xwe de li ser Twitterê eşkere kiriye; di encama operasyonê de, li Çiyayê Qereçûx neh şikeft û depoya xwarin û dermanan a DAIŞê hatin jinavbirin.
Dezgeha Dije-Terorê ya Iraqê jî bi daxuyaniyekê li ser heman mijarê eşkere dike; di van sê mehên dawî de êrîşên xwe bo ser çekdarên DAIŞê zêde kirine û dibêje: “Bi temamî jinavbirina wan di demeke nêz de ye û ti rêyeke din tine ye.”
Piştî ku bidawîbûna DAIŞê li Iraqê bi fermî hat ragihandin, beşeke çekdarên DAIŞê li nav şikeftên Çiyayê Qereçûxê xwe veşartin, ku par li gor zanyariyên hêzên Pêşmerge, hejmara wan nêzîkî 300 çekdar bû.
K24
