• Saturday, 07 February 2026
logo

Sudanê hebûna peywendiyên bi Îsraîlê re piştrast kir

Gulan Media August 19, 2020 Nûçe
Sudanê hebûna peywendiyên bi Îsraîlê re piştrast kir
Wezareta Karên Derve yê Sudanê îro roja sêşemê 18.08.2020an piştrast kir ku têkîliyên wan bi Îsraîl re heye.

Berdevkê wezareta karên derve yê Sudanê Haydar Sadiq ragihand ku biryara Mîrgehên Yekbûyî yê Erebî jibo normalkirina peywendiya bi Îsraîl re gaveke wêrek û girîng e.

Sadinq ji Reutersê re got:“Biryara Mîrgehên Yekbûyî gaveke wêrek û girîng e û bibe alîkar ku aştiyeke domdar û aramî li herêmê were ava kirin. Ew biryar herwiha alîkariya cîhana Erebî dike da ku were ser rêya rastîn,”

Wî herwiha raportên medyaya xwecîhî jî piştrast kir ku di navbera Sudan û Îsraîlê de peywendî hene.

Karbidestên Îsraîlî di meha Sibatê de diyar kiribûn ku Îsraîl û Sudan ser xebatên bo pêşxestina pêvajoya normalkirina tekîliyan li hev kirine.

Serokwezîr Benjamin Netanyahu û serokê komîteya leşkerî ya Sudanê Abdul Fattah al-Burhan hîngê li Uganda hevdîtinek kiribûn.

Netanyahu pêşwazî li van ragihandinan kir û ser Twitterê kêfxweşiya xwe diyar kir.

"Îsraîl, Sudan û tevahiya herêmê dê ji peymana aştiyê ya bi Mîrgehên Yekbûyî re, feydê wergirin û em bi hevre dikarin sibêrojek baştir bo hemû gelên herêmê ava bikin. Emê her tiştê ku hewce dike bikin ku vê xewnê bikin rastî"

Bi peymana navbeynkariya Amerîka ku hefteya borî hat îmza kirin, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bû welatê sêyan ya Ereb ku di nava zêdetirî 70 salan de bi Îsraîlê peyvendiyên dîplomatîk dardixe.

Pispor bawer dikin ku peymana nû dikare bandoreke girîng ser siyaseta Rojhilata Navîn û taybetî jî ser pirsgirêka Fîlîstîn û tekoşîna dijî Îranê bike.

Îsraîl dibêje ku ew hêvî dike ku welatên din yên Kendavê û welatên misilman yên li Afrîqayê jibo normalkirina peywendiyan rêça Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bişopînin.

Basnews
Top