PDK û YNK ji bo pêkanîna lijneyeke hevpar dixebitin
Armanca PDK û YNKê ew e ku aliyên din ên siyasî jî beşdarî gotûbêjan bikin, da ku bi yekdengî ligel Bexdayê biaxivin, bi taybetî jî li ser mijara asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û sekinandina erebkirinê û mijara hilbijartinên pêşwext.
Kakemîn Necar, Endamê Polîtburoya PDKê li ser vê mijarê got: “Sedema pêkanîna şanda siyasî ya hevpar ew e ku niha çendîn dosyeyên siyasî hene, weke mijara hilbijartinan, erebkirin û madeya 140, ku em dixwazin Kurd li ser wan yekdeng bibin.”
Herwiha Serdar Herkî, Endamê Serkirdetiya YNKê daxwaz kir; berî ku şanda hevpar serdana Bexdayê bike, stratejiya gotûbêjkirina ligel aliyên siyasî yên Iraqê, were dariştin.
PDK û YNKê dest bi gotûbêjan kirine, tiştê maye ew e ku bigihin encameke giştgîr a dariştina siyaseteke hevbeş û beşdarkirina aliyên din ên siyasî bo gotûbêjên ligel aliyên Iraqê.
K24
