• Sunday, 08 February 2026
logo

Hijmareke Serkirde û kesayetî pîrozbayî li Serok Barzanî kirin

Gulan Media August 18, 2020 Nûçe
Hijmareke Serkirde û kesayetî pîrozbayî li Serok Barzanî kirin
Di nava du rojan de hijmareke zêde ji Serkirde û kesayetiyên navxweyî û biyanî bi rêya telefûnê peywendî bi Serok Barzanî ve kirin.

Di wan peywendiyên telefûnî de Serkirde û kesayetiyan bi minasebeta 74mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê û herwiha salvegera ji dayikbûna Serok Barzanî, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û hêviya selametî, leşsaxî û serkeftinê bo Serok Barzanî û domandina xebatê bo PDKê xwestin.
Top