• Sunday, 08 February 2026
logo

Kerkûk – 3 polîsên Iraqî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin

Gulan Media August 18, 2020 Nûçe
Kerkûk – 3 polîsên Iraqî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin
Li devera Reşad ya Kerkûkê, di êrişa DAIŞê de komek polîsên Iraqî hatin kuştin û birîndar bûn.

Endamê komîsyona asayişê li encumena bajarokê Hewîce yê Kerkûkê, Ehmed Xurşîd ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞê li gundê Til Qaîd yê nahiya Reşad ya Hewîce bi hawanan êrişî polîsên Iraqî kirin.

Ehmed Xurşîd da zanîn, di wê êrişê de 3 polîs hatin kuştin û polîsek jî birîndar bû.

Polîsên han girêdayî tabûra 5 ya polîsên Iraqê bûn.

Basnews
Top