Fuad Hûsên û şanda ligel wî gihiştin Amerîkayê
Roja sêşemê gera nû ya gotûbêja stratejîk a navbera Waşinton û Bexdayê dê were pêkanîn.
Li gor bernameyê, di wê gera gotûbêjan de Fuad Husên, Wezîrê Derve yê Iraqê serokatiya şanda welatê xwe dike û Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî serokatiya şanda Amerîkayê dike.
Gera nû ya danûstandinên navbera her du aliyan, weke amadekariyek e ji bo danûstandinên ku biryar e Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê ligel Donald Trump, Serokê Amerîkayê û rayedarên wî welatî encam bide.
K24
