• Sunday, 08 February 2026
logo

Fuad Hûsên û şanda ligel wî gihiştin Amerîkayê

Gulan Media August 18, 2020 Nûçe
Fuad Hûsên û şanda ligel wî gihiştin Amerîkayê
Fuad Husên, Wezîrê Derve yê Iraqê bi serokatiya şandekê, gihişte paytexta Amerîkayê bajarê Waşintonê û biryar e beşdarî gereke nû ya gotûbêja stratejî ya navbera Amerîka û Iraqê bibe.

Roja sêşemê gera nû ya gotûbêja stratejîk a navbera Waşinton û Bexdayê dê were pêkanîn.

Li gor bernameyê, di wê gera gotûbêjan de Fuad Husên, Wezîrê Derve yê Iraqê serokatiya şanda welatê xwe dike û Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî serokatiya şanda Amerîkayê dike.

Gera nû ya danûstandinên navbera her du aliyan, weke amadekariyek e ji bo danûstandinên ku biryar e Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê ligel Donald Trump, Serokê Amerîkayê û rayedarên wî welatî encam bide.

K24
Top