PDK-Bakur: Vekişîna Şaredarê Pîranê ji HDPê bi rêkeftinê bû
PDK Bakur dibêje, di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de “ji bo berjewendiya gelê xwe bi biryareke stratejîk û siyasî ligel çend partî û hêzên Kurdan me tifaqeke hilbijartinê pêk anî” û li ser çend “esasên siyasî û teknîkî” wan biryar da ku li çend bajar û navçeyan li ser lîsteya HDP bikevin hilbijartina Şaredariyan.
Di daxuyaniyê de tê gotin, li ser wê rêkeftinê namzedê PDK Bakurê Felat Aygoren, li ser lîsta HDPê bi rêjeya %51 bi serkeftî derçû û bû Şaredarê Pîranê.
PDK-Bakur amaje vekişîna Felat Aygoren ji HDPê dike û dibêje: “Bi çarçoveya danûstendina me ya dawîn a ligel HDP em bi hevra gihêştin wê qeneatê ku endamê me Şaredarê Pîranê Felat Aygoren ji lîsteya HDPê derkeve û bi ser navê PDK Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) xebata xwe berdewam bike.”
PDK Bakur herwiha bangawaziyê dike û dibêje: “Ji bo berjewendî û parastina destkeftiyên milletê Kurd û Kurdistanê, piştgirî bidin yekrêziya nav Kurdan, danûstendin û hevkariyan. Em pê bawerin emê serbikevin. Paşeroj ya me ye.”
Daxuyaniya PDK Bakurê bi vî awayî ye:
JI BO RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ RE
31ê Adar a 2019an de di hilbijartinên herêmî de ji bo berjewendiya gelê xwe bi biryareke stratejîk û siyasî ligel çend partî û hêzên Kurdan me tifaqeke hilbijartinê pêk anî. Li ser çend esasên siyasî û teknîkî me biryar da ku li çend bajar û navçeyan li ser lîsteya HDP bikevin hilbijartina Şaredariyan. Li ser wê rêkeftinê namzedê me Felat Aygoren bi rêjeya %51 bi serkeftî derçû û bû Şaredarê Pîranê. Li gor esasên tifaqa hilbijartina herêmî endamên me heta îro bi xebateke hevbeş û hemahengî bi endamên meclîsa Şaredariya Pîran ya HDPê re birêve dibin û ji vir şûnde jî wê ew hemahengî berdewam be.
Bi çarçoveya danûstendina me ya dawîn a ligel HDP em bi hevra gihêştin wê qeneatê ku endamê me Şaredarê Pîranê Felat Aygoren ji lîsteya HDPê derkeve û bi ser navê PDK Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) xebata xwe berdewam bike.
Çi pirsgirek navbeyna me û HDPê nîne. Em wek PDK Bakur girîngiyê didin têkilî û danûstendinan ligel partiyên siyasî, taybetî jî yekrêziya partiyên Kurd û Kurdistanî. Ji ber wê yekê biryara me ya stratejîk ya xebata yekrêziyê bi hêzên Kurd û Kurdistanî û hevkariya partiyên siyasî wê her berdewam be. Serok û endamên me yê Şaredariya Pîran bi hemû aliyên siyasî ya endamên meclîsê ya Şaredariya Pîran, bi birayane û wekhev nêzîk dibe û li ser vê esasê dixebite. Hemû xebatên me ji bo me ye. Ji ber wê jî em wek PDK Bakur li Pîranê ji bo hemû welatîyan dixebitin û wan bi dil û can himbêz dikin.
Ji ber çend gotegotan û agahiyên şaş me pêwîstiya vê ronkirinê dît.
Em wek PDK Bakur bangawaziyê gelê xwe dikin û têkez dikin;
Ji bo berjewendî û parastina destkeftiyên milletê Kurd û Kurdistanê, piştgirî bidin yekrêziya nav Kurdan, danûstendin û hevkariyan.
Em pê bawerin emê serbikevin. Paşeroj ya me ye.
18/08/2020
PDK Bakur (Platforma Demokratên Kurd)
Rudaw
