Rapirsiya dawî: Rêjeya dengên AKP-MHPê daketiye jêr %40
Li gor encamên rapirsiyê ku bi telefonê hatiye kirin, rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 33,2 ye, CHP ji sedî 20,5, HDP ji sedî 8, Îyî Partî ji sedî 6,9 û rêjeya dengên MHPê ji sedî 6 e. Wate rêjeya dengên hevpeymaniya AKP-MHPê daketiye jêr ji sedî 40.
Li gor rapirsiyê, rêjeya dengên Partiya Pêşerojê ya bi serokatiya Ahmet Davutoglu ku ji AK Partiyê cuda bûye, bo ji sedî 2 bilind bûye. Rêjeya dengên Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) jî ku ji aliyê Ali Babacan ve hatiye damezrandin ji sedî 1.3 ye.
Li ser pirsa eger vê yekşemê hilbijartin were kirin dengê xwe didî çi partiyekê, encamên bersivên xelkê wiha bûne:
AKP: %33,2
CHP: %20,5
HDP: %8,0
Îyî Partî: 6,9
MHP: %6,0
Partiya Pêşerojê: %2,0
DEVA: %1,3
Partiya Seadetê: %0,8
Partiyên din: %0,2
Bêbiryar im: %10,9
Dengên protesto: %5,7
Bersiv nîne: %4,5
Rêjeya dengên protesto û bêbiryaran jî zêde bûye. Meha Hezîranê ku ji sedî 9,2an digotin me biryar nedaye, di meha Temûzê de bo ji sedî 10,9ê bilind bûye. Dengên protesto jî ji sedî 0,8 zêde bûne.
Rudaw
