• Sunday, 08 February 2026
logo

Hewlêr hewl dide ligel Bexdayê bigihe rêkeftina dawî

Gulan Media August 18, 2020 Nûçe
Hewlêr hewl dide ligel Bexdayê bigihe rêkeftina dawî
Piştî peywendiya telefonî ya navbera Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê, li ser wê yekê rêkeftin hat kirin ku heta projeyasaya budceya Iraqê ya sala 2021ê were pesendkirin, Bexda mehane 320 milyar dînar (nêzîkî 268 milyon dolar) bo Herêma Kurdistanê bişîne.

Mihemed Se'dedîn, Biryarderê Lijneya Darayî ya li Parlementoya Kurdistanê li ser vê mijarê diyar kir; pêwîst e Hikûmeta Federalî para Herêma Kurdistanê ya ji budceya giştî ya Iraqê terxan bike, lê niha projeyasaya budceyê li parlementoyê nehatiye pesendkirin.

Beşa pereyê ku biryar hatiye dayîn vê mehê û çend mehên din bigihe Herêma Kurdistanê, nikare temamê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dabîn bike, loma weke Behmen Ebdulla, parlementerê Kurdistanê amaje dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar e ku vê valahiya darayî tijî bike û pişta xwe bi dahatên din ên naxwe û deriyên sînorî ve girêbide, da ku bikare mûçeyên hemû fermanberan di dema xwe de bide.

Biryar e, şanda danûstankar ên her du aliyan careke din dest bi gotûbêjan bikin. Stratejiya kabîneya nehem, rêkeftina dawî ya ligel Bexdayê ye. Ew hevfêmkirin û niyetpakiya ku berê jî hebû, bingeha gotûbêjên şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, bi armanca gihiştina rêkeftineke dawî li ser temamê mijaran.

Top