• Saturday, 07 February 2026
logo

HPG: Me koptereke Tirkiyeyê xiste erdê

Gulan Media August 18, 2020 Nûçe
HPG: Me koptereke Tirkiyeyê xiste erdê
Navenda ragihandinê ya hpg daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya han yaku ji aliyê çepemeniya pkkê ve hatiye weşandin, îro duşem di çarçoveya şerê Heftenînê de, gerîlayê hpg koptereke artêşa Tirkiyeyê xistine erdê.

Li gor daxuyaniya han ew kopter li devera Çarçila dema dixwest leşkeran ji cîhekê bo cîheke din veguhêze bûye armanca êrîşê û di encam de ketiye erdê.

Derbarê hijmara leşkerên kuştî û birîndar de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
Top