• Sunday, 08 February 2026
logo

Silêmanî…Xelatên Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li ser xwandevanên yekem hatin dabeş kirin

Gulan Media August 17, 2020 Nûçe
Silêmanî…Xelatên Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li ser xwandevanên yekem hatin dabeş kirin
Duh 16.08.2020ê li bajarê Silêmaniyê bi merasîmekî xelatê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser xwandevanên yekem ên sînorê parêzgeha Silêmanî, Helebçe, îdareya Raperîn û Germiyanê hatin dabeş kirin.

Di merasîmê de wezîrê perwerde û parêzgerê Silêmaniyê û hejmarek rêveberên giştî yên perwerdê amade bûn û wezîrê perwerdê Alan Hemeseîd di gotarekî de aşkera kir: ‘’Ji ber rewşa vîrusa koronayê me biryar da bi awayekî cuda xelatên xwandevanên yekem belav bikin. Destpêkê me ji Silêmaniyê ve destpê kir û piştre li Hewlêr û Duhokê jî bi heman awayî dê xelat li ser xwandevanên yekem bên belav kirin.’’

Herwaha diyar kir serokê herêma Kurdistanê û serokwezîrê nivîsa fermî ji bo her yek ji wan xwandevanên yekem nivîsandine û pîrozbahî li wan xwandevanên serkeftî kirine.

Basnews
Top