Silêmanî…Xelatên Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li ser xwandevanên yekem hatin dabeş kirin
Di merasîmê de wezîrê perwerde û parêzgerê Silêmaniyê û hejmarek rêveberên giştî yên perwerdê amade bûn û wezîrê perwerdê Alan Hemeseîd di gotarekî de aşkera kir: ‘’Ji ber rewşa vîrusa koronayê me biryar da bi awayekî cuda xelatên xwandevanên yekem belav bikin. Destpêkê me ji Silêmaniyê ve destpê kir û piştre li Hewlêr û Duhokê jî bi heman awayî dê xelat li ser xwandevanên yekem bên belav kirin.’’
Herwaha diyar kir serokê herêma Kurdistanê û serokwezîrê nivîsa fermî ji bo her yek ji wan xwandevanên yekem nivîsandine û pîrozbahî li wan xwandevanên serkeftî kirine.
Basnews
