• Sunday, 08 February 2026
logo

Berpirsekî Amerîkayê behsa asayî kirina peyvendiyên Siûdiyê û Îsraîlê dike

Gulan Media August 17, 2020 Nûçe
Berpirsekî Amerîkayê behsa asayî kirina peyvendiyên Siûdiyê û Îsraîlê dike
Berpirsekî peyabilind ê Amerîkayê piştî peymana Îmarat û Îsraîlê behsa asayî kirina peyvendiyên Siûdiyê û Îsraîlê dike.

Şêwirmendê asayîşa netewî yê Amerîkayê Robert C. O’Brien ji kanala NBC re ragehand, îdareya welatê wan piştraste ku gelek welatên din dixwazin wek Îmaratê peyvendiyên xwe li gel Îsraîlê asayî bikin.

Robert C. O’Brien ragehand, eger heye ku Siûdiye jî piştî Îmaratê peyvendiyên xwe li gel Îsraîlê asayî bike.

Roja 13.08.2020ê serokê Amerîkayê Donald Trump, Kurmîrê welîahdê Ebu Dabî Mihemed Bin Zayd û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu li ser asayî kirina peyvendiyên Îsraîlê û Îmaratê û ragirtina li xwe girtina navçeyê bi pirsgirêk ên Filîstînê ji aliyê Îsraîlê ve rêkeftin.

Basnews
Top