Hevpeymaniya Navdewletî mezintirîn cebilxaneya serbazî radestî hêzên Iraqî dike
Duhî Yekşemê 16. 8. 2020 di merasîmekê de nêzîkî 50 yekeyên komgehên cekên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi temamî radestî hêzên Iraqî bûn.
Di daxuyaniyekê de hevpeymaniya Navdewletî aşkere kir, ew çekên di cebilxaneyan de nirxê wan zêdetir ji 11 milyon Dolar tê texmînkirin, wek beşek ji amadekariya bo rûbirûbûna DAIŞê, bo hêzên Iraqê hatin dan.
Di daxuyaniyê de hatiye, ew teqemeniyên di cebilxaneyan de pêk tên: Guleyên demançeyan, Hawin, mûşekên helîkopteran, narincok û keresteyên din ên taybet bi rahênanê û operasyonên serbazî.
Fermandarê Lîwaya Firokvaniya Cengê Eqîd Gregory Fix ku bi serokatiya wî ew merasîm birêve çû, wê derbarê de got: Serbaz û Firokvanên Iraqî di şikandina DAIŞê de serkeftî bûn. Radestkirina cebilxaneyê, bûyereke girîng e ji ber ku ew nîşana serkeftin û hevpariyê ya di navbera Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên ewlehiya Iraqê de ye.
Herwiha di daxuyaniyê de hat, Hevpeymaniya Navdewletî dê hebûneke wê ya biçûk li serbazgeha Tacî hebe, ji bo hevrêziyê di operasyonên lojistî de bi hêzên ewlehiya Iraqî re bike.
K24
