• Sunday, 08 February 2026
logo

Fermandarê CENTCOMê: HSD û PKK ne yek in

Gulan Media August 17, 2020 Nûçe
Fermandarê CENTCOMê: HSD û PKK ne yek in
Fermandarê CENTCOMê dibêje, ew HSD û PKK weke yek nabînin û tekez dike ku operasyonên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê rewşê aloztir dikin.

Kenneth F. McKenzie, Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) roja Çarşemê beşdarî vîdeo konferansa ku ji aliyê Enstîtuya Aştiyê ya Amerîkayê ve hat sazkirin bû û behsa Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), PKK û operasyonên Tirkiyê kir.

Li gor nûçeya malpera The National Interest Kolonel Kenneth F. McKenzie derbarê operasyonên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê nîgeraniya xwe derbirî û got, tevî ku ew, “fikarên Tirkiyê yên derbarê asayişa xwe ya niştimanî” têdigihijin lê ew operasyon aloziyan zêdetir dikin.

Kenneth F. McKenzie ji bo vê nêrîna xwe jî bûyera 11ê vê mehê bibîr xist ku di encama êrişa firokeyên Tirkiyê de li gel fermandarekî PKKê 2 fermandarên Kurd ên di Hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê de canê xwe ji dest dabûn û got ku operasyonên Tirkiyê dibin sedema aloziyeke zêdetir.

Di dewama gotinên xwe de wî fermandarê Amerîkî amaje bi wê kir ku Tirkiye HSDê wek “baskê PKKê yê Sûriyê” dibîne û tekez kir, “Lêbelê em di derbarê HSDê de xwedî nêrînek cuda ne. Em ne di wê baweriyê de ne ku PKK û HSD yek bin.”

Li gor wê malperê Kenneth F. McKenzie amaje bi wê jî kir ku ew bi berdewamî li gel Tirkiyê di nav “diyagoke baş” de ne û got ku ew qebûl dikin ku sedemên rasteqîn hene Tirkiye derbarê mijara Sûriyê de nîgeran bibe.

Rudaw
Top