Babekir Zêbarî: Terorîstên DAIŞê herî zêde li deverên Kurdistanî çalakiyên terorîstî dikin
Şîretkarê serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê, Babekir Zêbarî li ser rewşa deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re got, terorîstên DAIŞê niha herî zêde li deverên Kurdistanî çalakiyên terorîstî dikin da ku aramiya wan deverên Kurdistanî aloz bikin û xelkê wan deveran bidin koçberkirin.
Babekir Zêbarî her wiha got, piraniya terorîstên DAIŞê sunnî û Iraqî ne û wan deveran jî baş nas dikin, ji ber wê jî bi kêfa xwe li wan deran hatinçûnê dikin.
Bi gotina wî şîretkarê Serokê Herêma Kurdistanê, beşek ji terorîst û endamên DAIŞê ew ereb in yên ku ji deverên başûrê Iraqê derbasî Kurdistanê hatine kirin û li wan deran hatine bicîhkirin, ji ber wê jî li hember kurdan gelekî bi kîn in.
Basnews
