Serokê Desteya Veberhênanê: Grupeke mezin a kompanyayên Amerîkî gihîştin Kurdistanê û dê ligel Serokwezîr bicivin
Serokê Desteya Veberhênanê ya Kurdistanê amaje bi wê dike ku grupeke kompanyayên Amerîkî gihîştine bajarê Hewlêrê û îro dê ligel Serokwezîr bicivin. Herwiha dibêje: "Baregehên vê grupa kompanyayan li 18 dewletên cîhanê hene."
Serokê Desteya Veberhênanê Dr. Mihemed Şukrî, ji BasNewsê re ragihand: "Hevdîtina vê grupa kompanyayan dê ligel Serokwezîrê Kurdistanê hebe. Projeyên vê grupa kompanyayan di warên geştûguzar, nexweşxane û sektora veberhênanê de hene. Serokwezîr dê ligel wan gotûbêj bike da ku li Kurdistanê veberhênanê bikin. Em li bendê ne ku ew di warên geştûguzar, tenduristî û avakirina avahiyan de kar û veberhênanê bikin."
Şukrî herwiha got: "Di meha tîrmehê (7) de projeyeke me ya taybet ligel Fermangeha Peywendiyên Derve ya li Waşingtonê û ligel Odeya Bazirganî ya Amerîkayê heye û dê hevdîtina me pêk were. Em dixwazin hejmara kompanyayên Amerîkî di warên ne-neftî de zêde bikin. Niha hinek hene, lê armanca me zêdekirina wan e, bi taybetî di projeyên stratejîk ên derveyî sektora petrol û gazê de."
Serokê Desteya Veberhênanê herwiha aşkera kir: "Serokwezîr ev grupa kompanyayan vexwandiye ku di 6 sektorên sereke de kar dikin, bi taybetî di warê avakirina navendên geştûguzarî û nexweşxaneyan de."
Basnews
