• Sunday, 08 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî behsa çend mijaran kir

Gulan Media August 17, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî behsa çend mijaran kir
Duhê bi şev Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bi rêya telefûnê behsa çend mijaran kir û li ser çend pêngav bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê lihev kirin.

Di peywendiya han ya telefûnî de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku destûra bingehîn ya Îraqê bingeha serekî ya çareser kirina kêşeyane û lazime kêşeyên heyî li gor destûra bingehîn ya Îraqê werin çareserkirin.

Di berdewamiya giftûgoya han de Serokwezîrê Îraqê biryar da daku li gor karînên darayî yên niha yên Îraqê bi qasî 320 miliyar dînar weke bûdceya mûçexorên Kurdistanê, bo Kurdistanê bişîne.
Top