• Sunday, 08 February 2026
logo

Mela Mistefa Barzanî: Ji bo Kurdistana bihêz siberojeke geş li ber me ye

Gulan Media August 17, 2020 Nûçe
Mela Mistefa Barzanî: Ji bo Kurdistana bihêz siberojeke geş li ber me ye
Mela Mistefa Barzanî îro beşdarî merasîma aktîvkirina wêstgeha elektrîkê ya Şêrwan Mezin bû û ragihand: “Ez pişt rast im ku bi îzna Xweda û bi îradeya bihêz a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesên xemxur ên vî welatî, ji bo Kurdistana bihêz siberojeke geş li ber me ye.”

Mela Mistefa Barzanî ku kurê Serok Mesûd Barzanî ye, di axaftina xwe de diyar kir: “Vekirina vê wêstgehê di vê wext û demê de destkefteke mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ji aliyekî din ve jî, ji bo baştirkirina rewşa elektîrîkê li devera Barzan projeyeke girin e û xizmeteke hêjayî xelkê dilsoz û bi keda vê devera xweragir e.”

Herwiha li ser giringiya wêstgeha elektrîkê diyar dike: “Destpêkirina vê wêstgehê, dê bibe sedema wê yekê ku nişteciyên her du nahiyeyên Şêrwan Mezin û Pîran ên ser bi navçeya Mêrgesor, ji aliyê pêdana demjimêrên elektrîkê ve û ji aliyê zêdebûna volteya elektrîkê ve sûdmend bibin.”


Di beşeke din a axaftina xwe de Mela Mistefa Barzanî ji welatiyan daxwaz dike ku elektrîkê zêdeyî hewcedariyê bi kar neynin û dibêje: “Ez hêvî dikim ku her kes xwe berpirsyar bibîne li hember erkê bikaranîna rast a enerjiya elektrîkê, da ku ji hewcedariyê zêdetir elektrîk neyê bikaranîn.”


Mela Mistefa Barzanî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku siberojeke geş li ber xelkê Kurdistanê ye û got: “Ez pişt rast im ku bi îzna Xweda û bi îradeya bihêz a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesên xemxur ên vî welatî, ji bo Kurdistana bihêz siberojeke geş li ber me ye.”

K24
Top