Dema 4 rojan e av li ser Hesekê hatiye qutkirin
qutkirina ava wêstgeha Elok bo xezana taxa Ezîziye dê bibe sedem ku av li ser hemû bajar qut bibe.
Rêveberiya Avê amaje bi wê yekê jî kiriye ku sedemên qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve heya niha ne diyar in û diyar kiriye, ku hêzên Tirkiyê û grûpên çedar rê nadin tîmên teknîkî bigihin wêstgeha Elok.
Hevserokê Saziya Avê li Heseke, Nîzal Mehmûd jî ji Rûdawê re ragihand, 50 bîrên avê li navçeya Hime hatine kolandin ku 80% karkirina li wan bîran temam bûye û di demeke gelekî nêzîk de dê bikevin xizmetê.
Nîzal Mehmûd got, berê wan pirsgirêkên teknîkî û nebûna alavan hebûn, lê niha alavên pêwîst gihîştine destê wan û di demeke nêzîk de ew dê ava pêwîst ji bo xelkê Hesekê dabîn bikin.
Hevserokê Saziya Avê li Heseke destnîşan kir, bi awayekî demkî û heta ew bîrên nû bikevin kar, ew ji Til Berakê avê tînin û bê pere li ser xelkê dabeş dikin.
Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometriya rojhilatê bajarê Serê Kaniyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkaniya sereke ya ava Heseke û derdora wê ye.
Ji Cotmeha 2019 ve ku bajarê Serê Kaniyê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî, gelek caran ava wêstgeha Elok li ser bajarê Hesekê û gund û bajarokên derdorê yên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de hatiye qutkirin.
Rudaw
