Muhsin Tahir: Me û PYDê li ser piraniya xalên Lêvegera Siyasî li hev kir
Ji bo axaftina derbarê pêşketinên herî dawî yên danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de, Endamê Polîtboruya PDK-Sê Muhsin Tahir beşdarî Bultena 19:00 a Rûdaw TV ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê bû û têkildarî mijarê agahiyên nû dan.
Muhsin Tahir ragihand, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) niha derbarê rêveberinê û Lêvegera Siyasî de li danûstandinan dikin û got mijara rêveberiyê hêj di diyalogê de ye, bi dawî nebûye û gotûbêj li ser berdewam in.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Muhsin Tahir da xuyakirin, ji bo rêvebirina Rojavayê Kurdistanê projeyeke ENKSê û projeyeke PYDê heye û got: “Projeyeke me heye û ya wan heye li ser vê mijarê, tevlihev dibin, xalên cuda cuda tên dîtin û li ser van xalên cuda em hewl didin van xalên ku dûrbûn têde heye, bi alîkariya şanda amerîkî em van xalan nêzîkî hev bikin û li ser erê bikin.”
Tahir da zanîn, têkildarî meseleya rêvebirinê hinek pirsgirêk hene û got, “em bi hêvî ne di demeke nêzîk de ew pirsgirêk bêne çareserkirin.”
Endamê Polîtboruya PDK-Sê derbarê Lêvegera Siyasî de jî got, herdu aliyan li ser piraniya xalan li hev kirine û pêngavên baş ji bo wê hatine avêtin û tekez kir, “em dikarin bêjin piraniya Lêveger erê bûye lê hinek xal mane, ew jî hêviya me ew xal jî herin serî di dema bihê de.”
Tahir amaje bi berdewamiya danûstandinên Kurdî-Kurdî di bin çavdêriya Amerîkayê de kir û da zanîn, ew geşbîn in ku danûstandin serkeftî bin û nakokî û pirsgirêkên mayî jî çareser bibin û ew derbasî qonaxeke din bibin.
Tahir diyar jî kir, herdu aliyên danûstandinan jî ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî ya tevgera Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê neçar in.
Bi gotina wî serkirdeyê PDK-Sê, mijara beşdariya partiyên li derveyî ENKSê û PYNKê di rêveberiyê û Lêvegera Siyasî jî de hêj nehatiye gotûbêjkirin û destnîşan kir, ew weke ENKSê ti problemeke wan nîne ku partiyên din jî tevlî proseyê bibin.
Muhsin Tahir herwiha diyar kir, ew li ser bingeha Rêkeftina Duhokê danûstandinan dikin û got, “lê em rewşa niha ku em tê re derbas dibin, li ber çav digirin.”
ENKSê û PYDê di qonaxa yekem a danûstandinan de rêkeftineke siyasî îmze kiribûn û li hev kiribûn, ku di qonaxên bihê de li Rêkeftina Duhokê ya sala 2014 ji xwe re bikin bingeha danûstandinan.
Rudaw
