PKKê berpirsekî Mala Êzîdiyan desteser kir!
Berdevê Mala Êzidiyan li Çiyayê Şingalê, Seîd Zero ji K24ê re ragihand: “Vê êvarê, asayîşa PKKê, Şêx Seîd Dexîl Yûsiv, Micêwirê Qubeya Şêşims û Berpirsê Desteya Olî ya ser bi Mala Êzidiyan li nahiya Xanesor, desteser kir.”
Sedema desteserkirina Şêx Seîd Dexîl Yûsiv ji aliyê PKKê ve, li gor gotina Seîd Zero "bi tohmeta handana xelkê bo xwepêşandana li dijî hebûna PKKê li Şingalê" ye.
Seîd Zero herwiha dibêje: “Em li ser daxwaza xwe berdewam dibin û em qebûl nakin ti grûpeke ne ji Iraqê, li Şingalê hebin û emê xwepêşandanên xwe bidomînin.”
Berdevkê Mala Êzidiyan eşkere dike: “Ji bo bersivekê li vê pêngava PKKê, emê dest bi desteserkirin û girtina her endam û kadroyekî PKKê bikin dema li ber destê me bikevin û em rê nadin liv û tevgerên wan.”
Ev demek e êzîdî li dijî hebûna hêzên PKKê li devera Şingalê xwepêşandan dikin û daxwaz dikin PKK ji devera wan were derxistin.
Basnews
