Qamişlo – Alîgirên PYDê êrişî ofîsa PDK-Sê kirin!
Televîzyona K24 ragihand, duh êvarê komek endam û alîgirên PYDê, ku xwe wek “Ciwanên Şoreşger” didin nasîn, êrîşî ofîsa PDKSê ya li bajarê Qamişloyê û Ala Kurdistanê kirin û hin gotin li ser deriyê ofîsê nivîsandin û dirûşmên li dijî partiyê avêtin.
Li ser vê yekê, Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî ji Kurdistan24ê re ragihand, ew wê yekê şermezar dikin û ev kar ziyanê digihîne Rêveberiya Xweser û ew dê wan kesan jî siza bikin.
Endamê Serkirdayetiya ENKSê û Berpirsê Rêvebir ê Mekteba Siyasî ya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl jî, ji Kurdistan24ê re ragihand, ev kiryar li dijî hewlên yekrêziya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ne û ev bûyer wekî karekî xerab û kirêt bi nav kir.
Basnews
