• Monday, 15 June 2026
logo

Serokê Hikûmetê serxweşî li rojnamevan Hêmin Lihonî kir

Serokê Hikûmetê serxweşî li rojnamevan Hêmin Lihonî kir

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de sersaxî li rojnamevan û Şêwirmendê Serokê Hikûmetê û Berpirsê Ofîsa Destpêşxeriyê Hêmin Lihonî kir.


Îro Yekşemê 14.06.2026, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî de ji ber koça dawî ya bavê wî, Mamoste Husên Mihemed Behadîn, sersaxî li rojnamevan û Şêwirmendê Serokê Hikûmetê û Berpirsê Ofîsa Destpêşxeriyê Hêmin Lihonî kir.

Serokê Hikûmetê hevxemiya xwe nîşan da û hêvî xwest ku Xwedayê mezin ruhê xwedêjêrazî bi bihiştê şad bike û aramî û sebirê bide malbata wan.

Ji aliyê xwe ve, Hêmin Lihonî ji bo peywendî û hevxemiya wî, li ser navê xwe û malbata xwe, spasiya Serokê Hikûmetê kir.

Top