Di civîna Serok Barzanî û Serfermandarê Iraqê de tekezî li ser hevahengiya navbera saziyên têkildar hat kirin
Roja Yekşemê 14.06.2026, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî ya Iraqê bi serokatiya Serfermandarê Artêşa Iraqê General Ebdulemîr Reşîd Yarallah kir.
Di hevdîtinê de bi baldarî ser rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq û navçeyê hat gotûbêjkirin. Her wiha ji bo parastina ewlehî, seqamgirî û geşepêdanê, tekezî li ser giringiya hevahengiya di navbera sazî û aliyên têkildar ên Iraq û Herêma Kurdistanê de hate kirin.
