• Sunday, 08 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Piştrast im vê qonaxa dijwar derbas dikin

Gulan Media August 16, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Piştrast im vê qonaxa dijwar derbas dikin
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek bi boneya 74emîn salvegera damezirandina PDKê û jidayikbûna Serok Barzanî belav kir û ragihand, cîhan, Iraq û Herêma Kurdistanê di rewşeke hestiyar û sexte de ne.. Dilniya me vê qonaxeya sexte jî derbas dikin.

Di peyamekê de, Cîgirê Serokê PDKê pîrozbahiyê li Serok Barzanî, endamên Polîtburoyê, endam û alîgir û cemawerê PDKê dike û behsa wê yekê dike: Di 74emîn salvegera damezirandina PDKê de, bi rêz şehîdan bi bîr tînin ku ji bo azadiya Kurdistanê giyanê xwe bexişîne, silav bo giyanê wan ê pak û silav bo malbat û kesûkarên wan û bo Pêşmergeyên qehreman dişînim. Pîrozbahiyê li cenabê Serok Barzanî, polîtburo, serkirdatî, kadro, endam, alîgir û cemawerê PDKê dikin.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: PDK ji bo mafên rewa ên gelê Kurdistanê hatiye damezirandin û xebatê bo demokrasî, azadî û rêkxistina sîstema siyasî kiriye ku di saya wê de Kurdistanê serfiraz be. Bi riya xebatê de mil daye ber hemû zehmetiyan, niha jî erkê PDKê û kadroyên wê ye bi riya hikûmet û dezgehên Herêma Kurdistanê, kar ji bo baştirkirina jiyana Kurdistaniyan û derbaskirina pirsgirêk û qeyranan bikin, wek her dem destpêşxerê yekrêzî, tebayî û bi hev re karkirinê bi alî û pêkhateyên Kurdistanê bin bo parastina destkeftan.

Di beşeke din a peyama xwe de dibêje: Di vê bîranînê de tekeziyê li rola girîng û bi bandor a PDKê di çareserkirina pirsgirêkan ligel hikûmeta federalî ya Iraqê li ser binemaya destûrê û parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û bicihanîna federalîzmê dikin. Herwiha pêdagiriyê li ser girîngî û pêwîstiya karkirina li ser bingeha sazan, hevbeşî û hevsengiya di navbera tevahiya pêkhateyên Iraqê dikin bo misogerkirina aramî û seqamgîriya siyasî û pêşketinê li welat.

Cîgirê Serokê PDKê diyar dike. Di demekê de vê bîranîn dikin, cîhan, navçe û Iraq bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî di rewşeke sexte û hestiyar de ye, kadro, encam û cemawerê PDK ligel Kurdistaniyan xe li ber van bargiraniyan girtine û bi berdewam dirêjiyê didin karwanê xebat û têkoşînê, di vê bîranînê de spasiya wan dikin, silav û rêz û pêzanîn bo xweragiraniya wan, piştrast im bi xweragirî û têkoşînê vê qonaxa zehmet derbas bikin û bi hêvî ne ber bi pêşerojeke baştir gavan bavêjin.

Top