Li Rojavayê Kurdistanê 22 kesên din bi Koronayê ketin
Rêveberiya tenduristiya Rojavayê Kurdistanê amarên 24 saetan yên Koronayê ragihand.
Li gorî amarên han, di nav 24 saetan de 22 kes bi Koronayê ketine û yek jî pê miriye.
Tenduristiya Rojava daye zanîn ew kesên bi Koronayê ketine, 5 kes li Hesekê ne, 7 kes li Qamişlo ne, 4 li Dêrikê, 1 li Rimêlanê û 5 kes jî li Şehbayê ne. Ew kesê ku miriye jî xelkê Hesekê temenê wî jî 85 salî bûye.
Bi vî rengî, hejara pêketiyan li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 204 kesan ku 21 kes ji wan baş bûne û 11 jî mirine.
Basnews
