• Sunday, 08 February 2026
logo

Joe Biden: Divê kurd di proseya siyaseta Tirkiyê de beşdar bin

Gulan Media August 16, 2020 Nûçe
Joe Biden: Divê kurd di proseya siyaseta Tirkiyê de beşdar bin
Joe Biden, namzetê demokratan bo serokatiya Amerîkayê di hevpeyvîneke xwe de behsa kurdan û Tirkiye û siyaseta Erdogan kir.

Joe Biden li ser pirsa "Tu siyaseta Erdogan çawa dibînî? Eger tu bibî Serokê Amerîkayê, siyaseta te li hember Tirkiye û Erdogan dê çawa bibe?" ragihand: “Ez ji siyaseta Erdogan gelek nîgeran im. Divê kurd di proseya siyasetê de beşdar bin. Divê em piştgiriya opozisyona Tirkiyê bikin û Erdogan daxînin.”

Namzetê demokratan bo serokatiya Amerîkayê bi tundî li dijî Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta Tirkiyê axivî û got: “Ez di wê baweriyê de me ku divê em bi temamî siyaseta xwe li hember Erdogan biguherînin. Em bi awayekî eşkere jê re bibêjin em piştgiriya opozîsyonê dikin. Em bidin fêmkirin ku êdî siyaseta me ew e ku kurd dixwazin di proseya siyasî de beşdar bin û demekê jî di parlemento û siyasetê de beşdar bûn, em wan beşdar bikin. Divê em têbigihînin ku ew xelet e û divê baca wê jî bide.”

Joe Biden eşkere dike; berî niha jî weke Cîgirê Serokê Amerîkayê du caran bi taybetî li ser pirsa kurd li gel Erdogan civiyaye, lê weke ew dibêje: “Ev pirs hêj zindî ye û çareser nebûye.”

Biden dibêje: “Tiştê dawî ku ez ji Erdogan dixwazim, li ser mijara kurdan e. Ev tiştê dawî ye û berî niha jî ez du car li ser mijara kurdan pê re civiyam, hêj ev bi dawî nebûye. Ez di wê baweriyê de me ku ev karekî mezin dixwaze da ku em bi hev re li gel hevpeymanên xwe li herêmê hevbigrin û bifikirin ku em çawa karên Erdogan li herêmê qetîs bikin, bi taybetî li rojhilatê Deryaya Spî û li ser petrol û gelek mijarên din, ku demeke dirêj dixwaze, bersiv ev e: Belê ez nîgeran im."

Hêjayî gotinê ye ku Joe Biden, Kamala Harris weke cîgira xwe destnîşan kiriye ku ew jî li dijî siyasetên Erdogan e û bi hev re li ser van mijaran ji Tirkiyê nîgeran in: Kirîna sîstema parastina mûşekî ya Rûsyayê, rêgirtina bikaranîna Binkeya Leşkerî ya Încîrlîk di şerê li dijî DAIŞê de, pevçûnên bi Yûnanistanê re, lêgerîna petrolê li rojhilatê Deryaya Spî û destwerdana li Sûriye û Lîbyayê.

Joe Biden dibêje; eger ew bibe Serokê Amerîkayê, dê hemû van mijaran li gel Tirkiyê çareser bike

Basnews
Top