• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokwezîrên Kurdistanê û Iraqê: Destûr binemaya çareseriya pirsgîrêkan e

Gulan Media August 16, 2020 Nûçe
Serokwezîrên Kurdistanê û Iraqê: Destûr binemaya çareseriya pirsgîrêkan e
Di pêwendiyek telefonî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê liser çend pêngavên sereke ber bi çareserkirina pirsgirêkan rêkeftin û di nêzîktirîn dem de, Iraq 320 milyar dînaran dişîn e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin

Di pêwendiyê de, tekezî li wê yekê hat kirin, ku Destûra Iraqê binemayê çareseriya hemû pirsgirêkan e û her rêkeftinek divê taybetmendiyên Herêma Kurdistanê û berjewendiya tevayiya gelên Iraqê berçav bigre. Her di wê pêwendiyê de her du aliyan amaje bi pêşveçûna danûstandinan kirin, ku berhemê danûstandina çendîn mehan ên şandên danûstandinên her du aliyan e.

Liser binemaya wê lihevtêgihiştinê, liser çareseriyan û niha pirsgirêka mûçexûrên Herêmê rêkeftin û biryar hat dan, ligor rewşa niha ya darayî ya Iraqê, di nêzîktirîn dem de, gujmê 320 milyar dînar wek beşê mûçeyekê, ji Bexda bo herêmê bişîn e.

Her du alî tekezî li berdewamiya danûstandinan bi arasteya çareseriya hemû pirsgirêkan kirin.




Top