Jaffery: Gelê herêmê rêveberiya xweser ava kiriye, ne Amerîka
Nûnerê Amerîkî yê ji bo Sûriyê James Jeffrey di civîneke çapemeniyê de li ser rewşa Sûrî, Iraq û Derya Spî axivî.
James Jeffrey diyar kir ku rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê gelê wê herêmê ve hatiye avakirin û wiha got:
Rêveberiya xweser ne Amarîkayê ava kiriye, lê ji hêla gêlê vê herêmê ve hatiye ava kirin. Rêveberî ji bo parstina axa xwe ji êrîşên DAIŞê ku Esed dev jê berdabû, hat avakirin.
Jeffrey diyar kir ku ew ji bo îradeya gelê rojhilat û bakur Sûriyê di komîteya Destûrî de teqez bikin, li hin rêyan digerin.
Nûnerê Amerîka li wê yekê jî mikur hat ku heta niha ti gavên cidî nihatiye avêtin û ew dixwazin destûr bê guhartin.
Jeffrey axaftina xwe wiha domand:
Bi Tirkiyê re têkiliyek me heye, pêwendiyek me xurt bi HSDê re jî heye. Ji bo Rûsiya û Amerîka neyên beramberî hev jî peyman hene. Rewş bi giştî aram e û em hêvî dikin ku ew jî her dewam be.
Ji bo rewşa hikûmeta Sûriyê jî, Jeffrey destnîşan kir ku ew bi rêjîmê nebawar in, lê Şam dizane ku civaka navnetewî piştgiriya hevdîtinên siyasî dike. Em dixwzain rêjîm reftarên xwe biguhere, em naxwzin hilweşe.
Her weha da zanîn ku ew di wê bawariya de ne ji bo Şam li ser maseya danûstandinan rûnê, wê Rûsiya zextê lê bike.
Rudaw
