• Sunday, 08 February 2026
logo

Efrîn.. Çekdaran kalemêrekî Kurd ê Êzidî kuşt

Gulan Media August 15, 2020 Nûçe
Efrîn.. Çekdaran kalemêrekî Kurd ê Êzidî kuşt
Li Efrînê grûpeke çekdar kalemêrekî Kurd ê Êzidî yê 63 salî kuşt, piştî red kir ku pereyan bide wan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, şeva bûrî li gundê Şadêrê yê ser bi bajarê Efrînê ve, grûpekek çekdaran avêt ser mala welatiyên Kurd ê Êzidî Nûrî Cimo Şeref yê 63 salî û daxwaza pereyan ji wî kir, lê dema wî red kir her car pereyan bide wan, çekdaran guleyek li ser serê wî dan û reviyan.

Wê rêxistinê diyar kir, pêştir gelek caran çekdarên Feyleqa El Şamê ya ser bi artêşa Tirkiyê ve Nûrî Cimo Şeref revandibû û her car baceke mezin ji pereyan jê distandin û piştre berdidan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, gelek caran tawanên wiha rû danû e û grûpên çekdar avêtine ser malan û welatiyên Kurd kuştine. ji wan jî roja 18ê Nîsana bûrî li gundê Hêkiçê yê navçeya Cindirêsê pîrejina 80 salî Fatime Kinê kuştibû.

K24
Top