• Sunday, 08 February 2026
logo

Fuad Husên ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê peywendî bi 3 dewletên Ewropayê re kir

Gulan Media August 15, 2020 Nûçe
Fuad Husên ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê peywendî bi 3 dewletên Ewropayê re kir
Wezîrê Derve yê Iraqê di peywendiyên telefonî de daxwaz ji wezîrên derve yên Fransa û Almanyayê û Wezîrê Brîtanyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir ku roleke aktîv bilîzin ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê yên bo ser Iraqê.

Wezîreta Derve ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê de amaje bi wê kir ku Wezîrê Derve Fuad Husên îro, 14.08.2020, peywendiyên telefonî li gel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas û Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê James Cleverly encam dane.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, Fuad Husên di wan peywendiyên telefonî de behsa pêşhatên siyasî û emnî yên li Iraqê û “dawîn destdirêjiya Tirkiyê ku bûye sedema şehîdbûna 2 efser û serbazekî artêşa Iraqê kir.”

Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê hatiye kirin ku Fuad Hisên di wan peywendiyan de binpêkirina Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve red kiriye û dawîn “destdirêjiya ku kiriye ser navçeya Sîdekanê” li parêzgeha Hewlêr a Herêma Kurdistanê şermezar kiriye.

Herwiha hatiye gotin ku Fuad Husên daxwaz kiriye ku hikûmetên her sê welatan roleke aktîv bigêrin ji bo rawestandina destdirjiyên dubare yên Tirkiyê û vekişandina wan hêzan ku hatine nav axa Iraqê.

Wezareta Derve ya Iraqê behsa wê jî kiriye ku wezîrên her sê dewletan di peywendiyên li gel Fuad Husên de serxweşî li hikûmeta Iraqê kirine ji ber qurbaniyên wan êrişan û tekez kirine, “welatên wan li gel Iraqê hevsoz in û wan destdirjiyan şermezar kirine. Ni pêwîst jî zanîne ku rêz li binemayên cîrantiyê bê girtin li gel wan biryarên navdewletî ku peywendiyên navbera welatan rêk dixin û rêz li serwerwiya Iraqê û selametiya axa wê bê girtin.”

Ev peywendiyên telefonî beşek in ji hewlên dîplomasî yên Wezareta Derve ya Iraqê ji bo ragirtina êrişên Tirkiyê.

Her îro Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ser vê pirsê, peywendiyên telefonî li gel Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebu Xît, Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şukrî, Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefdî, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Kiwêtê Ehmed Nasir Mihemmed Sebah encam dan.

Artêşa Tirkiyê li herêma Heftenînê roja 15 Hezîranê bi navê 'Çengê Baz' operasyoneke asmanî û roja 17ê Hezîranê jî bi navê 'Çengê Piling' operasyoneke zemînî dabû destpêkirin.

Tirkiye dibêje, ew operasyon li dijî PKKê hatine destpêkirin, lê bi sedema berdewamiya bombebaran û topbaranên vê dawiyê, ziyaneke madî ya mezin gihişte xelkê li deverên sînor.

Li gor raporta ku komîteyên ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibûn raspardin ji bo lêkolînkirina ziyanên şer û topbaranê li navçeyên sînorî, di encama wan operasyonên Tirkiyê yên di naverasta meha Hezîranê de li sînorê Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin, 504 gund hatine valakirin.

Her li gor raporta wan komîteyan Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê bi firehiya 40 kîlometre û kurahiya 15 kîlometre derbas kiriye.

Roja Sêşemê 11ê Tebaxê, di demekê de ku hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê serdana sînorê navbera Iraq û Tirkiyê li devera Sîdekanê kiribûn, daku valahiya emnî ya li navçeyê nehêlin, balafireke bê firokevan a Tirkiyê otomobîleke wan bombebaran kiribû û di encamê de du fermandeyên wê hêza Iraqî jiyana xwe ji dest dabûn û fermandeyek û du serbaz û karmendekî istixbarata Iraqê jî birîndar bûbûn.

Di heman êrîşê de li gor daxuyaniya HPGê (Hêzên Parastina Gel) baskê çekdarî yê PKKê, fermandarekî mezin ê PKKê di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye. HPGê ragihandiye, di êrîşa li Sîdekanê de Fermandarê Eyaleta Xakurkê, Murat Kalko naskirî bi Egîd Garzan bûye armanc û jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê roja 11ê Tebaxê di daxuyaniyekê de nerazbîbûna xwe li hember êrîşa Tirkiyê nîşan da û ragihand, ku divê Tirkiye û PKK şerê xwe bibin derveyî axa Herêma Kurdistanê. Di daxuyaniyê de hatibû gotin:“Pêwîst e PKK û Tirkiye milmilane û şerê xwe bibin derveyî xaka Herêma Kurdistanê û xelkê me nebin qurbaniya şer.”

Serokomariya Iraqê û Wezareta Derve ya Iraqê jî êrişa Tirkiyê şermezar kiribûn û ragihandibûn ku êrişên Tirkiyê yên di nav axa Iraqê de li dijî hiqûqa navnetewî ye binpêkirina serweriya Iraqê ne.

Iraqê herwiha Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê ji ber wê êrîşê vexwenda Wezareta Derve û yadaştnameyeke nerazîbûnê da wî ku têde daxwaz hatiye kirin, Tirkiye demildest êrişên xwe rawestîne û hêzên xwe vekişîne.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, Lîwa Tehsîn Xefacî jî derbarê êrişa Tirkiyê de ragihand ew li gel Herêma Kurdistanê di peywendiyê de ne û komîteyek jî ji bo lêkolîna derbarê bûyerê de hatiye pêkanîn.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî di bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê de derbarê êrişa Tirkiyê ragihand, Antonio Gutteres nîgeran e û daxwaza xweragirtinê li Iraq û Tirkiyê dike.

Piştî êrişa Tirkiyê Iraqê hêzeke mezin şandibû navçeyên sînorî û Rêveberê bajarokê Sîdekanê ya ser bi qezaya Soranê ve li parêzgeha Hewlêrê, ji Rûdawê re ragihand ku “di heyama 2 rojên derbasbûyî de hêzeke zêde hatiye sînorê Sîdekanê ku Hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê ne û armanca wan pêkanîna 6 cihên serbazî ye li navçeyê.”

Rudaw
Top