Joe Biden piştevaniya peymana Îsraîl û Îmaratê kir
Joe Biden dîyar kir ku Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bo ‘’bidawîkirina nakokîyên kûr, ‘’gavên dîrokî’’ avêtine.
Biden da zanîn ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi naskirina Îsraîlê ‘’wêrekî’’ nîşan daye û qebûl kiriye ew welat ‘’parçeyeke zindî’’ ya Rojhilata Navîn e.
Serokê Amerîka Donald Trump jî da zanîn ku ‘’temamê cîhanê’’ pesna lihevanîna wî ya bo Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî daye.
Donald Trump dîyar kir ku ewê welatên din jî peymanên din yên bi heman rengî çêkin û ewê aştî were Rojhilata Navîn.
Wî îdia kir ku Joe Biden navên wan welatên ku ew qalê dike, nizane.
Basnews
