• Sunday, 08 February 2026
logo

Zêdetir ji 100 dadger daxwaza hilweşandina cezayê Zara Mihemedî dikin

Gulan Media August 15, 2020 Nûçe
Zêdetir ji 100 dadger daxwaza hilweşandina cezayê Zara Mihemedî dikin
Zêdetir ji 100 parêzer, dadger û mafnasên Kurdistanê Kurdistanê daxwaz ji Encûmena Mafên Mirov û saziyên navdewletî yên di warên mafên mirov dikin, biryara sepandina cezayê 10 sal zindanîkirinê bi ser Zara Mihemedî, mamosteya zimanê Kurdî li Sinê, şermezar bikin û hewl bidin ku ew ceza were hilweşandin.

Wan dadger û parêzerên Kurdistanê nameyeke hevbeş arasteyî navend û komîteyên navdewletî yên parastina mafên mirov kirin.

Di wê nameyê de parêzer û mafnasên Kurdistanê sepandina ceza bi ser Zara Mihemedî de şermezar kirin û daxwaz dikin, saziyên navdewletî yên di warê mafên mirov de balê zêdetir bikişînin ser binpêkirinên mafên bingehîn ên pêkhateyên netewî li nav Îranê.

Zara Mihemedî, çalakvana medenî û mamosteya zimanê Kurdî ye û zêdetir ji 10 sal e zarokan fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê dike.

Zara Mihemedî ji ber wan çalakiyên xwe di meha Gulana 2019an de ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatibû desteserkirin û paşê radestî Îtlaatê hatibû kirin.

Ew mamosteya zimanê Kurdî piştî zêdetir ji 6 mehan di meha Berfanbara 2019an de bi danîna 700 milyon tumen hatibû azadkirin.

Ew parêzer û yasanasên ku name îmze kirine amaje bi wê dikin, Îranê piraniya peymannameyên navdewletî yên di warê mafên mirov de îmze kirine û dibêjin, “Lêbelê bi kiryarên xwe wan peymannameyan binpê dike. Ji ber wê yekê em daxwaz dikin ku guşar bixine ser Tehranê heta ku pebandî wan peymannameyan dibe.”

Zara Mihemedî çalakvana sivîl û mamosteya zimanê Kurdî, piştî ku dadgehekê li Îranê 10 sal zîndan bi ser wê de sepandibû, vîdyoyek li ser torên civakî belav kiribû û tê de ragihandibû, ew hatiye tometbarkirin ku ji bo têkdana asayişa netewî ya Îranê grûp ava kiriye, lêbelê ew wê tometê red dike û tekez dike, ku ti grûpek di meydanê de nîne û ew tometeke derewîn e.

Di vîdoyê de Zara Mihemedî amaje bi destwerdana Îtilaata Îranê (Istixbarata Îranê) di dosyeya xwe de kiribû û gotibû, “Îtilaatê daxwaz kiriye ku sizaya herî giran bi ser min de were sepandin, ji ber ku ez amade nebûme hevkariya wan bikim.”

Dadger, parêzer û mafnasên Kurd daxwaz jî dikin, guşar bixine ser Tehranê ku cezayê zindanîkirina Zara Mihemedî hilweşîne û rê bi cîbicîkirina mafê xwendina bi zimanê dayikê bi pêkhateyên netewî bide.

Ew herwiha daxwaz dikin ku saziyên navdewletî guşarxistina ser çalakiyên pêkhateyên netewî, îşkencekirin û tohmetbarkirina wan ji aliyê Îranê ve, şermezar bikin.

Rudaw
Top