Amerîkayê derbarê Kurdekî Efrînê de bang li Tirkiyê kir
Navê wî welatiyê Efrînê Ridwan Mihemed e û li gor Rêxisitina Mafê Mirovan a Efrînê, ev demek e Ridwan û Cennet a hevjîna wî, ola xwe ji Îslamê kirine Krîstiyan.
Li gor tiwîteke Komîsyona Navdewletî ya Amerîkayê ya taybet bi azadiya olî, jiyana Ridwan di metirsiyê de ye û ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve bi tohmeta guhertina ola xwe hatiye girtin.
Ew navenda Amerîkî daxwaz ji Tirkiyê dike destwerdanê bike û ji çekdarên hevpeymanên xwe bixwaze ku Ridwan rizgar bikin û dest ji wan kiryaran jî berdin.
Cenneta hevjîna wî hemwelatî jî di dawiyaTîrmeha derbasbûyî de de jiyana xwe ji dest dabû, lê çekdaran nehişte Ridwan hevjîna xwe veşêre û jêre gotibûn ew “kafir e”.
Ridwan Mihemed 30ê Tîrmehê bi tohmeta guhertina ola xwe ji aliyê grûpên çekdar ve hatibû girtin û ji wê demê ve ti zanyariyek derbarê wî de nehatiye bidestxistin.
Li gor zanyariyan qeşe Nîhad Hesen ku xelkê Efrînê ye û niha li kenîseyeke Lubnanê ye, Ridwan Mihemed li binkeyeke grûpa Feyleq el Şam li Efrînê girtiye û ew dibêje, “egera wê heye bê darvekirin.”
Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve sala 2018an dest bi ser Efrînê de girtibûn û ji wê demê ve li gor raportên navdewletî hejmareke zêde ya binpêkirina mafên mirov ji aliyên wan grûpên çekdar ve hatine encamdan û herwiha hejmareke hemwelatiyan ji aliyê wan grûpan ve bi tohmetên cuda hatine girtin, revandin û kuştin.
Rudaw
