• Sunday, 08 February 2026
logo

Îranê rêkeftina Îmarat û Îsraîlê şermezar kir

Gulan Media August 15, 2020 Nûçe
Îranê rêkeftina Îmarat û Îsraîlê şermezar kir
Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê asayîkirina peywendiyên navbera Îmarat û Îsraîlê "bi tundî" şermezar kir û ev helwesta Îmaratê bi "aqilsivikiya stratejîk" bi nav kir.

Îro înê Wezareta Derve ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand: “Asayîkirina peywendiyên navbera Îmarat û Îsraîlê pêgaveke aqilsivikiya stratejîk e, ku ji aliyê Ebû Zebî û Tel Ebîb ve hatiye avêtin û dê encama vê helwdanê jî zêdetir bihêzbûna rûbirûbûnê li herêmê derxe holê.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Gelê sitemdîtî yê Filistînê û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê, ti car ji pirsa asayîkirina peywendiyan li gel hebûneke dagirker û tawanker a weke Îsraîlê efû nake.”

Herwiha hatiye gotin: “Komara Îslamî ya Îranê pêngava Ebû Zebî ya ji bo asayîkirina peywendiyên xwe li gel siyonîstan, weke sexte û nerewa û dijî nirxên mirovahiyê dibîne û hişyarî dide li her destwerdaneke Îsraîlê li hevkêşeyên herêma Kendavê û radigihîne ku hikûmeta Îmaratê û hemû hikûmetên weke wê, ji her geşedaneke wê pêngavê berpirsyar in.”

Duh pêncşemê di daxuyaniyeke hevbeş a Amerîka, Îmarat û Îsraîlê de hatibû ragihandin; Donald Trump, Serokê Amerîkayê, Binyamîn Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê û Mihemed bin Zayîd Al Nihyan, Cînişînê Ebû Zebî, bi hev re axivîne û li ser asayîkirina temamê peywendiyên navbera Îsraîl û dewleta Îmaratê, li hev kirine.

Di daxuyaniyê de hatibû eşkerekirin: “Ev rêkeftin destkefteke dîplomasî ya dîrokî ye û dê bibe mayeya çespandina aştiyê li Rojhilata Navîn û belge ye li ser serkeftina dîplomasiya wêrek û bi dîtina her sê serkirde û bi wêrekiya Îmarat û Îsraîlê rijdbûna wan a li ser nexşekirina rêreweke nû, ku li herêmê rê dide azadî û derxistina şiyanên mezin.”

Herwiha hatibû destnîşankirin; her sê welat rûbirûyî çendîn mijarên hevbeş dibin û ji vê destkeftê sûdê werdigrin.

Ajansa Reuters jî ji hinek rayedarên Koşka Spî veguhestibû ku di peywendiyeke telefonî de di navbera Trump, Netanyahu û Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nihyan de rêkeftina aştiyê hatiye îmzekirin.

Herwiha hatibû eşkerekirin; di çarçoveya rêkeftinê de Îsraîl razî bûye ku sepandina serweriya xwe bi ser hinek navçeyên qeraxa rojava ya Filistînê de, bide sekinandin.

Basnews
Top