Qazaxistan- Gundekî kurdan rastî êrişa qazaxan hat!
Nivîskarê kurd Hejarê Şamîl, ku kurdekî Qafqaziya ye, li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, nîvê şeva 11 Tabaxa îsal, bi dehan kesên Qazax êrîşî gundê Qasqabulakê Ii nahiya Talasa ya Qazaxistanê kirin. Di wî gundî de tenê Kurd dijîn.
Li gorî agahiyên Şamîl, erîşkaran bi çendîn otomobîlan, dema gel di xew de bûne, ketine nav gund û pencereyên xelkê şikînandine, Kurd tehdît kirine û tirsandine.
Li gor agahiya fermî ya dewleta Qazaxistanê sedema êrîşa ne nijadperestî ye belkî ji ber arîşeyên civakî bûye.
Lê çavkaniyên herêmê dibêjin, wan kesan bi hêrseka nîjadperestane êriş kirine û xelkê gund tehdîd kirine.
Her çiqas hemî êrîşkar ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibin girtin jî lê tirs di nav gel de berdewam e.
Nivîskar Hejarê Şamîl li ser rewşa dawî ya gund ji BasNewsê re got, niha rewşa gund aram bûye û ewên ku êriş kirine jî daxwaza lêborîn û baxişandinê kirine.
Bi gotina Şamîl, hejmara wan kesên ku êrişî gund kirine, 14 kes bûne.
Basnews
