• Thursday, 11 June 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê 20 hezar yekeyên nîştecihbûnê ji bo malbatên kêmderamet tên avakirin

Li Herêma Kurdistanê 20 hezar yekeyên nîştecihbûnê ji bo malbatên kêmderamet tên avakirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyeke berfireh a nîştecihbûnê ji bo malbatên hejar û kêmderamet dide destpêkirin. Yekeyên nîştecihbûnê dê bi qistên 15 salan ji welatiyan re bên parvekirin.

Li seranserê Herêma Kurdistanê biryar hat girtin ku 20 hezar yekeyên nîştecihbûnê (xanî û apartman) ji bo malbatên kêmderamet bên avakirin. Ev proje bi armanca kêmkirina krîza xaniyan û alîkariya malbatên kirênişîn tê cîbicîkirin.

Rêveberê Giştî yê Veberhênanê yê Hewlêrê Saman Ereb îro 11ê Hezîrana 2026an ragihand, ji tevahiya projeyê, 6 hezar yeke li bajarê Hewlêrê ne. Ereb diyar kir ku her çend niha karê projeyê ji bo demekê rawestiyabe jî, di demeke nêz de dê xebatên avakirinê dîsa dest pê bikin.

Ev proje bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sektora taybet tê meşandin. Li gorî peymanê, hikûmet berpirsyar e ku xizmetguzariyên bingehîn ên wekî rê, dibistan û mizgeftan dabîn bike, sektora taybet jî dê erkê avakirina avahiyan bigire ser milê xwe.

Saman Ereb bal kişand ser daxwazên welatiyan û got: "Hevjînên ku nû zewicîne hên zêdetir daxwaza apartmanan dikin, lê malbatên mezin, xaniyan daxwaz dikin."

Li gorî lêkolînan, %80yê projeyên nîştecihbûnê li Herêma Kurdistanê wekî apartman tên dîzaynkirin. Sedema vê yekê sûdwergirtina herî baş a ji rûberê axê ye. Wek mînak; li ser rûberê donimekê mirov dikare nêzîkî 200 apartmanan ava bike, lê li ser heman rûberî tenê cihê 20 xaniyan dibe.

Li gorî amarên herî dawî yên serjimêriyê, li Herêma Kurdistanê 2 mîlyon û 28 hezar û 937 yekeyên nîştecihbûnê hene. Tevî ku hejmareke mezin a van yekeyan niha vala ne, lê hîn jî rêjeyeke mezin a welatiyan kirênişîn in û xaniyên wan nînin. Tê ragihandin ku niha li herêmê zêdetirî 100 hezar yekeyên din ên nîştecihbûnê di qonaxa avakirinê de ne.

 

K24

Top