• Sunday, 08 February 2026
logo

Daxwaz ji hikûmeta Îraqê tê kirin têkiliyên xwe li gel Tirkiyeyê qut bike

Gulan Media August 14, 2020 Nûçe
Daxwaz ji hikûmeta Îraqê tê kirin têkiliyên xwe li gel Tirkiyeyê qut bike
di êrîşa Tirkiyeyê de du Fermandarên Îraqî canê xwe ji dest dabûn
Derbarê mijara êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê de yên li deverê sînorî û herwiha bûyera bordiman kirina hêzên zirêvanên sînor yên Îraqê ji aliyê Tirkiyeyê ve, parlementerên Îraqî daxwaz ji hikûmetê dikin helwesteke dijwar û tund raberî Tirkiyeyê bike.

Parlementer Mensûr Beîcî daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiriye daku li hember êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê bêdeng nebe û helwesteke tund raber bike.

Beîcî herwiha gotiye: Lazime balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê were derxistin û hikûmeta Îraqê tevahiya têkiliyên xwe bi taybetî têkiliyên abûrî û bazirganî yên li gel Tirkiyeyê qut bike jiber ku ew yek baştirîn bersife bo destwerdanên Tirkiyeyê.

Weke tê zanîn beriya du rojan artêşa Tirkiyeyê civîneke hevbeş ya pkk û zirêvanên sînor yên Îraqê bordiman kiribû û di encam de 2 Fermandarên Îraqî li gel du gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dabûn.
Top