• Sunday, 08 February 2026
logo

Îmarat û Îsraîlê rêkeftina aştiyê îmze kirin

Gulan Media August 14, 2020 Nûçe
Îmarat û Îsraîlê rêkeftina aştiyê îmze kirin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Cênişînê (Welîahdê) Ebûzebî Mihemed bin Zayid peywnediyeke telefonî encam dane û gihîştine rêkeftinê. Serokê Amerîkayê, Donald Trump jî dibêje, Îmarat û Îsraîlê “rêkeftineke dîrokî” îmze kirine.

Mihemed bin Zayid di twittekê de ragihandiye: “Di peywendiyeke telefonî de îro li gel Serokê Amerîkayê Trump û Serokwezîrê îsraîlê Netanyahu, rêkeftin li ser rawestandina zêdekirina zewiyên Felestînî ji aliyê Îsraîlê ve hat kirin. Herwiha Îmarat û Îsraîlê li hev kirin, ku nexşerêyekê bo karê hevbeş û peywendiyên du alî amade bikin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump deqa “daxuyaniya hevbeş a Amerîka, Îsraîl û Îmaratê” belav kir ku tê de amaje bi wê hatiye kirin, ev rêkeftina “dîplomatîk a dîrokî aştiyê li herêma Rojhilata Navîn pêş ve dibe.”

Rudaw
Top