• Sunday, 08 February 2026
logo

DUHOK – Di bombebarana Tirkiyê de 3 kesan canê xwe ji dest dan

Gulan Media August 13, 2020 Nûçe
DUHOK – Di bombebarana Tirkiyê de 3 kesan canê xwe ji dest dan
Li gundê Reşankê yê ser bi nahiya Zawête ya li sînorê parêzgeha Duhokê çar kesên di otomobîleke PKKê de, bûn armanca bombebarana firokeyên Tirkiyê.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, di encama bombebaranê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji wan kesek jî bêserûşûn e.

Hat ragihandin ku hêj nasnameyên qurbaniyan ne diyar in û ji ber agirketina bi otomobîlê, nayên nasîn.

Tîmên agirkuj, polîs û ambulans gihiştin cihê rûdanê û qurbaniyên bombebaranê veguhestin.

Tirkiye di 17ê Hezîranê de li dijî gerîlayên PKKê bi navê "Pençe Piling" operasyon dabû destpêkirin.

Di 11ê Tebaxa 2020an de jî hêzên pasevaniya sînor ên Iraqê dema li gel endamên PKKê di civînê de bûn, ji aliyê firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê ve hatin bombebarankirin û di encamê de du fermandarên Iraqî û şofêrê otomobîla wan, jiyana xwe ji dest dabûn.

K24
Top