Mesrûr Barzanî pêşwazî li Ahmet Davutoglu kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu kir û rewşa navçeyê gotubêj kirin.
Roja Sêşemê 09.06.2026, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî "Facebook"ê derbarê hevdîtinê de peyamek belav kir û tê de ragihand:
"Me pêşwazî li, Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê birêz Ahmet Davutoglu kir. Me derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê de nêrînên xwe parve kirin. Her weha me tekezî li ser giringiya bihêzkirina peywendiyan û geşepêdana hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de kir."
Basnews
