• Sunday, 08 February 2026
logo

HPG: "Fermandarê Xwakurkê di bombebarana Tirkiyê de şehîd bû"

Gulan Media August 14, 2020 Nûçe
HPG:
Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand: “Di encama êrîşa firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê bo ser karwaneke hêzên pasevaniya sînor, yek ji fermandarên 'Herêma Xwakurkê' yê PKKê, Egîd Garzan şehîd bû.”

HPG di daxuyaniya xwe eşkere dike: “Egîd Garzan di encama êrîşa esmanî ya Tirkiyê ya di 11ê Tebaxê de li gel berpirsên leşkerî yên Iraqê şehîd bû.”

Herwiha tê gotin: “Egîd Garzan ku navê wî yê rasteqîn Murad Kalko ye, di sala 1975an de jidayîk bûye û di sala 1993an de tevlî refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûye. Li navçeya Xerzan perwerdeya PKKê dîtiye û piştre 18 salan li Zagrosê gerîla bûye. Piştre berê xwe daye devera Botan û heta roja şehîdbûnê, 27 salan bênavber gerîla bûye.”

Roja 11ê Tebaxa 2020an, piştî civîna li gel hejmarek fermandarên hêzên pasevaniya sînor ên ser bi Iraqê, ji aliyê firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê ve, otomobîla wan hat bombebarankirin û di encamê de ji bilî Egîd Garzan, du fermandarên hêzên pasevaniya sînor ên Iraqê jî jiyana xwe ji dest dan.

Piştî wê rûdanê, hikûmeta Iraqê serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê bo Bexdayê betal kir û rayedarên Iraqê bi çend daxuyaniyan, êrîşa Tirkiyê şermezar kirin û ev rûdan weke binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kirin.

Herwiha Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku divê demildest PKK û Artêşa Tirkiyê nakokî û pevçûnên xwe yên leşkerî ji axa Herêma Kurdistanê bibin derve û êdî xelkê Kurdistanê nebe qurbaniyên vî şerî.

K24
Top