• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta Darayî ya Kurdistanê bersiva tohmetên Wezareta Darayî ya Iraqê da

Gulan Media August 14, 2020 Nûçe
Wezareta Darayî ya Kurdistanê bersiva tohmetên Wezareta Darayî ya Iraqê da
Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê bersiva tohmetên Wezareta Darayî ya Iraqê da.

Wezareta darayî ya Iraqê duhî di daxuyaniyekê de hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar kiribû di danûstandinan de nermahiyê nîşan nade û pêbendî sozên xwe nîne.

Li ser vê yekê, wezareta darayî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva wê wezareta Iraqê da.

Di daxuyaniya wezareta darayî ya Kurdistanê de hatiye gotin ku hikûmeta Iraqê dixwaze ew rewşa aborî ya ku Herêma Kurdistanê tê de ye, bo armancên xwe bikar bîne û bi tehrîkkirina hasten karmendên Kurdistanê, îradeya xwe bi ser îradeya Herêma Kurdistanê de bisepîne, ev jî li dijî Destûrê ye.

Wezareta darayî daye xuyakirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji roja ku ji aliyê parlementoyê ve hatiye pesendkirin, alîgirê wê yekê bûye ku arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin û amadehiya xwe jî bo vê yekê nîşan daye.

Basnews
Top