• Sunday, 08 February 2026
logo

Erdogan: Eger êrîşî keştiya me bikin dê baca wê bidin

Gulan Media August 14, 2020 Nûçe
Erdogan: Eger êrîşî keştiya me bikin dê baca wê bidin
Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê ragihand; eger êrîşî keştiya Tirkiyê ya li rojhilatê Deryaya Spî were kirin, dê baceke mezin bidin û îro yekem bersiva xwe wergirtin.

Serokomarê Tirkiyê diyar kir; helwesta Yûnanistanê li Deryaya Spî û Egeyê li ser niyetpakiyê nehatiye dariştin û daxwazkirina sînorê avî li ser bingeha girava Meis, ne bi eql û ne bi mentiqê nayê şîrovekirin.

Erdogan destnîşan kir ku çavê welatê wî li mafê ti kesî nîne, lê rê nade ti dewletekê mafên wî jê bistînin.

Recep Tayyip Erdogan got: “Ewê ku li Deryaya Spî nîgeranî çêdike, ne em in. Eqliyeta Yûnan û Qibrisa Rûmî ye, ku her du hewl didin Tirkiye û Qibrisa Tirkî paşguh bikin.

Ajansa Anadoliyê jî ragihandiye ku Erdogan bi rêya telefonê li gel Serokê Encûmena Ewropayê axiviye û mijarên herêmî û geşedanên li rojhilatê Deryaya Spî gotûbêj kirine.

K24
Top