Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê: Destdirêjiya Tirkiyê gefeke mezin e
Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê civiya û destdirêjiya li ser xaka Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve û şehîdkirina fermandarên serbazî bi binpêkirinên aşkere li dijî binemayên navdewletî û gefeke mezin li ser asayişa niştimanî ya iraqê û aramiyê navçeyê bi nav kir.
Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê herwiha tekezî li ser girtina hemû rêkarên dîplomasî kir, ji bo parastina asayişa welat û selametiya welatiyan.
Roja 11ê Tebaxê firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê otombîleke hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê li Sîdekanê armanc kir û di encamê de Fermandarê Hêza Sê û Fermandarê Lîwaya Du û serbazekî din şehîd bûn.
Di dirêjahiya karvedanan de jî, duhî Wezareta Derve ya Iraqê bangî Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz kir û yadeştnameyeke nerazîbûnê radestî wî kir.
Di yadeştnameyê de binpêkirinên berdewam ên artêşa Tirkiyê û ji wan jî êrîşa dawiyê ya li Sîdekan şermezar kir.
K24
